Serokwezîr Barzanî, Konsulê Gistî yê Amerîkayê pêswazî kir

11 August 2023 15:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, Konsulê Gistî yê Amerîkayê pêswazî kir

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Amerîkayê kir.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Konsulusê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê Erven Hicks, serdana Serokwezîr Barzanî kir.

Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku ji bo xatirxwestinê ev serdana Erven Hicks hatiye kirin û hat zanîn ku di hevdîtinê de li ser girîngiya têkiliyên dostane, dîrokî û bi taybetî di navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê de dan û stendin hatine kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Konsulusê Giştî yê Amerîkayê jî spasî û rêzdariya xwe bo aliyên têkildar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku di dema erkdariya wî de piştevaniya wî hatiye kirin û ew ligel herêmê xwedî hemahengiyeke baş û bi hêz in.

Her wiha hat zanîn ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî ji bo kar û barên dîplomatê Amerîkî spasiyên xwe peşkeş kirine û tekezî li ser pêwendiyên dualî yên navbera aliyan kiriye.