Serokwezîr Barzanî, Konsulê Gistî yê Hindîstanê pêswazî kir

06 August 2023 21:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, Konsulê Gistî yê Hindîstanê pêswazî kir

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji Ofisa Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê hat ragihandin, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Konsulê Giştî yê nû yê Herêma Kurdistanê yê Hindîstanê û şanda ligel wî pêşwazî kir.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokwezîr Barzanî Konsulê Giştî yê nû yê Herêma Kurdistanê yê Hindîstanê Madan Gopal û şanda ligel wî pêşwazî kir û hat diyarkirin ku di di hevdîtinê de tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên dualî hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku Serokwezîr Barzanî, ji ber erka wî ya nû Madan Gopal pîroz kir û di kar û barên wî de jê re serkeftin xwest.

Her wiha hat eşkerekirin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê her cure piştevaniyê pêşkêşî Konsulê Giştî yê nû yê Herêma Kurdistanê bike, Serokwezîr tekez jî li wê yekê kir ku ew ligel bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hindîstanê ne.

Li gorî daxuyaniyê, Madan Gopal jî spasiya piştevanî û hevkarîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û destnîşan kir ku Hindîstan amade ye pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bi pêş bixe.