Serokwezîr Barzanî pêswazî li Konsulê Gistî yê Macaristanê kir

03 October 2021 17:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî pêswazî li Konsulê Gistî yê Macaristanê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê 3yê Cotmehê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Hungarya (Macaristan) yê nû li Herêma Kurdistanê Attila Tos kir.

Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsulê Giştî yê Hingaryayê yê nû li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê de jê re xwast.

Konsulê Giştî yê Hingaryayê destnîşan kir, welatê wî bi rêz û pêzanîn ezmûna pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda ên Herêma Kurdistanê dinirxîne. Daxwaza Hingarya ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybet di ware weberhênan û bazirganiyê de.