Serok Barzanî, Konsulê Gistî yê Amerîkayê qebûl kir

24 August 2023 16:30 0 dîtin
Serok Barzanî, Konsulê Gistî yê Amerîkayê qebûl kir

PeyamaKurd- Ofîsa Serok Barzanî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî îro Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê Mark Straw, ligel şandekê serdana Serok Barzanî kir.

Hat diyarkirin ku Serok Barzanî jî ji bo erka wî ya nû, di kar û barên Mark Straw de serkeftin xwest.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe ya ji bo karkirina li Herêma Kurdistanê nîşan da û di bipêşxistina têkiliyên Amerîka û Herêma Kurdistanê û şerê dijî terorîstan de rola Serok Barzanî bilind nirxand.

Her wiha hat diyarkirin ku Straw û tekezî li ser hemahengî û xebata hevbeş a di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir.

Herî dawî hat destnîşankirin ku Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Konsulusê nû yê Amerîkayê xwest û bal kişand li ser rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û metirsiya terorîstan û tekez li ser pêwîstiya hevkarî û hemahengiya berdewam a di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê ya li ser şerê li dijî terorîstan û di warên din de kir.