Serok Barzanî bi Konsulê nû yê Amerîkayê Steve Bittner re civiya
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 15ê Tebaxê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bittner kir.
Baregeha Barzanî derbarê civînê de ragihand, Konsulê berê yê Amerîkayê li Hewlêrê Mark Straw û Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê Steve Bittner serdana Serok Barzanî kirin.
Serok Barzanî di civînê de, bixêrhatina Konsulê nû yê Amerîkayê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û rola Konsulê berê yê Amerîkayê di pêşxistina têkieliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de bilind nirxand.
Di hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya gel û hikûmeta Amerîkayê kir ku di qonaxên curbicur de piştgîriya gelê Kurdistanê kirine, bi taybetî di warê damezirandina devera dijefirînê bo Kurdistanê piştî raperîna gelê Kurdistanê li sala 1991ê û rûxandina rejîma berê ya Iraqê di sala 2003an de û herwiha alîkariya Herêma Kurdistanê Iraqê di şerê dijî terorê de.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, guftûgo li ser hilbijartinên dahatû yên Herêma Kurdistanê, serdana dawî ya Serok Barzanî bo Bexdayê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û rewşa siyasî ya Iraq û herêmê, hatin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin