Serok Barzanî, Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê qebûl kir

22 August 2022 17:00 0 dîtin
Serok Barzanî, Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê qebûl kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, Konsulê Amerîkayê yê nû yê Hewlêrê Ervin Hicks Jr qebûl kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê têkoşîna gelê Kurd û qurbanîdana wan a ji bo azadiyê, yek ji mijarên hevdîtinê bûye.

Di hevdîtina ku îro hat kirin de hat ragihandin ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê, qala xebat û qurbanîdayîna gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina azadiyê û rûbirûbûna dîktatoriyê kiriye.

Di agahiyên li ser hevdîtinê hatin parvekirin de hat diyarkirin ku Serok Barzanî jî tekezî kiriye ku gelê Kurdistanê xwedî dozeke rewa ye û ji bo vê doze jî her dem amade ye ku qurbaniyan bide.

Hat eşkerekirin ku Serok Mesud Barzanî û Ervin Hicks Jr, di hevdîtinê de tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên dualî kirine û Hicks Jr hevkarî û hevahengiya welatê xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê aniye zimên.

Her wiha hat diyarkirin ku konsulê Amerîkayê, qala pêşveçûna geşepêdana sektora taybet û derfetên kar ên ji bo welatan jî kiriye.