Konsulê Hewlêrê yê Tirkiyeyê xatir ji Serok Barzanî xwast
PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Mevlut Yakut ji ber bidawîhatina erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê, ji bo xatixwastinê serdana Serok Mesûd Barzanî kir.
Di hevdîtina ku çend berpirsên Konsulxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê jî tê de beşdar bûn de Serok Barzanî, pêwîstiya pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê destnîşan kir û ji bo karê wî yê nû daxwaza serkeftinê li Yakut kir.
Konsulê Giştî yê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Mevlut Yakut jî di hevdîtinê de ji bo pêvajoya ku li Herêma Kurdistanê kar kiriye dilxweşişa xwe anî ziman û teqezî li berdewamî û pêşveçûna peywendiyên dostane yên navbera Herêma Kurdistan û Tikriyeyê kir.
Di hevdîtinê de her wiha rewşa Herêma Kurdistan, Iraq û aloziyên ku li Rojhelata Navîn rû dane hatin nîqaşkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin