Serokwezîr Barzanî, pêswaziya sanda Amerîkayê kir

23 February 2023 16:03 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, pêswaziya sanda Amerîkayê kir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya şandeke Encûmena Pîran a Amerîkayê kir. Li gorî hat ragihandin, li ser bipêşxistinên pêwendiyên dualî û siyaseta giştî û herêmî guftûgo hatine kirin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku di civînê de li ser bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka û girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a li ser bingeha destûrê nirxandin hatine kirin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, mijarên taybet û sereke yên civînê jî çaksaziyên Kabîneya Nehem û bi taybetî çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, pir-rengkirina çavkaniyên dahatê, dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî, bipêşxistina sektora çandiniyê û hinardekirina berhemên navxweyî ya ji bo bazarên derve bûne.

Hat ragihandin ku girîngiya encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî yek ji mijarên hatine axaftin bûye û hat eşkerekirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî dupat kiriye ku tu hincet ji bo bipaşxistina proseya hilbijartinan tuneye û divê îsal were lidarxistin.

Her wiha hat diyarkirin ku Serokwezrî Barzanî daye zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hemû asankariyan ji bo encamdana hilbijartinan dike.