Serokwezîr Barzanî pêswazî li sanda Amerîkayê kir: Wê pistgiriya bo Kurdistanê berdewam be

30 September 2021 19:08 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî pêswazî li sanda Amerîkayê kir: Wê pistgiriya bo Kurdistanê berdewam be

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 30ê Îlona 2021ê pêşwazî li şandeke Amerîkî ya bi serokatiya Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Iraq û Îranê Jennifer Gavito kir.

Di civîna ku Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Robert Palladino jî amade bû de, rewşa Iraq û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.

Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bal kişand ser pêgeha girîng û taybet a Herêma Kurdistanê, ku Amerîka bi girîngî li pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê dinêre û diyar kir, serdana wê jî ji bo dûpatkirina piştevaniya Amerîkayê ye li Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê kir û kurteyek derbarê çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di warê hemecûrekirina çavkaniyên dahatê û avakirina jêrxaneyeke bihzê a aboriyê de pêşkêş kir.

Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û diyaloga stratejîk a Iraq û Amerîkayê û rûbirûbûna gefên terorê, çend mijarên din ên gotûbêjê bûn.