Serokwezîr Barzanî, sanda Hêzên Hevpeymanan ên Iraq û Sûriyeyê pêswazî kir
PeyamaKurd- Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan ên Iraq û Sûriyeyê General Carl Harris û şanda ligel wî pêşwazî kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser girîngiya hevkariya ewlehiyê guftûgo hatine kirin.
Li gorî agahiyên ku li ser hevdîtinê hatin parvekirin, di hevdîtina navbera Serokwezîr Barzanî û şanda leşkerî û dîplomatîk de çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge, girîngiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya ewlehiyê yên di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hatine nirxandin.
Hat diyarkirin ku hebûna hêzên hevbeş a ji bo rûbirûbûna metirsiya terorîstên IŞÎDê ya bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne, hatine nirxandin.
Her wiha hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û hewilên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatiye axaftin û pê re jî tekezî li ser bingeha rêzgirtina li prensîbên hevbeşiya rasteqîn, hevsengî û lihevkirinê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin