Serokwezîr Barzanî bi sanda xezîneya Amerîkayê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cîgirê Sekreterê Giştî yê Wezareta Xezîneya Amerîkayê Marshall Billingslea û şanda pê re kir.
Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di civîna 4ê Sibatê roja duşemê de, Marshall Billingslea kêfxweşiya xwe li hemberî geşadanên aborî, çakazî û kerta taybet li Herêma Kurdistanê çêbûna anî ziman û diyar kir, Amerîka wê ji aliyê aborî û çaksazkirina dezgehên giştî de li ser alîkariyên xwe berdewam be.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî sipasiya Amerîkayê kir ku di demên berê û niha de jî alîkariya Herêma Kurdistanê dike û got, ew girîngiyê bi geşedana bazara Iraqê didin.
Herwiha Barzanî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide geşedana kerta taybet û pêwîstiya wan bi veberhênanê heye.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin Barzanî û Billingslea li mijarên havkariya heypeymanan, hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî qutkirina çavkaniyên aborî yên komên tundrew jî rawestiyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin