Serokwezîr Barzanî, pêswaziya sanda Îmaratê kir
PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro şandeke Îmarata Erebî ya bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Kar û barên Encûmena Wezîran Ebdulah Nasir Lotah pêşwazî kir.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di hevdîtinê de li ser pêwendiyên dostane û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarat de guftûgo hatine kirin.
Hat ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, spasî û pêzanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Cîgirê Serok û Cîgirê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid û Şêx Mihemed Bin Reşid pêşkêş kiriye ku piştgiriya wan bi berdewamî ji bo Herêma Kurdistanê heye.
Her wiha hat zanîn ku Ebdulah Nasir Lotah jî kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan daye û tekez kiriye ku Herêma Kurdistanê li cem serkirdayetiya Îmaratê, xwedî cihekî taybet e.
Li gorî hat diyarkirin, Lotah amadehiya welatê xwe ji bo hemû hevkarî û hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dubare kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin