Erdogan: Mebesta hebûna me ya li Sûriyê bidawîkirina ser e!

06 March 2020 16:28 0 dîtin
Erdogan: Mebesta hebûna me ya li Sûriyê bidawîkirina ser e!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di vegera Moskowê de, daxuyanî dan rojnamevanan û li ser agirbesta bo Idlibê hatiye ragihandin got, "Heger ev pêngava agirbestê xwedî lê bê derketin, înşelah wê bingeha vê mijarê zexmtir bibe.”

Erdogan da xuyakirin ku mebesta wan a li Sûriyê cîbicîkirina biryara Encûmena Neteweyên Yekbûyî ya jimar 2254 e û bi pêkanîna proseya siyasî re dawîanîna şerê Sûriyê ye.

Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku ew dê piştî agirbestê jî li hemberî êrîşên rejîmê di amadebaşiyê de bin û got, mesela Idlibê ne di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ye, berevajî wê li hemberî wan rejîma Sûriyê heye û diyar kir ku dê xalên wan ên leşkerî yên bo çavdêriyê li Idlibê wekî xwe bimînin û neyê vekişandin.

Erdogan di daxuyaniyên xwe de herwiha bal kişand ser, "Di rastiya xwe de ti eleqeya Yekîtiya Ewropayê bi mijara Idlibê nîne, lê ew dixwazin ji xwe re jê karekî derxin. Lê belê di parvekirina barê penaberan de nîn in.”

Herwiha Erdogan li ser şandina penaberan bi ser Ewropayê de jî got, ew bi Yûnanistanê re nakevin nav nîqaşan û dê penaber heta cihê bikarin biçin.