Guterres: Ji ber hebûna HSDê îhtimala parçebûna Sûriyê vekirî ye

22 January 2025 19:38 0 dîtin
Guterres: Ji ber hebûna HSDê îhtimala parçebûna Sûriyê vekirî ye

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku îhtimala parçebûna Sûriyeyê heta niha vekirî ye û got, hebûna Hêzên Sûriya Demokratîk li Sûriyê yek ji wan sedeman e.

Antonio Guterres îro 22yê Çile di gotara xwe ya li Korbenda Davosê ya li Swîsreyê de derbarê Sûriyê de daxuyaniyên girîng dan.

Guterres got, “Egera parçebûna Sûriyeyê heye, bi taybet bi hebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku herêmên bakur-rojhilatê welat kontrol dike, destwerdanên Tirkiyeyê û herwiha êrîşên Îsraîlê.”

Herwiha Sekreterê Giştî yê NY diyar kir, “Îhtimala gurbûna tundrewiyê jî li Sûriyê heye.”

Demek berê rojnameya Israel Hayom nûçeyek belav kiribû û ragihandibû, Kabîneya Îsraîlê civîneke nehînî ji bo gotûbêjkirina pêşeroja Sûriyeyê lidar xistiye û civîn bi pêşniyara lidarxistina konferanseke navdewletî ji bo dabeşkirina Sûriyeyê li ser kantonan bidawî bûye.

Herwiha banga dabeşkirina Sûriyeyê li ser parêzgehan, an kantonan berê ji aliyê berpirsên siyasî û ewlekarî yên Îsraîlî ve piştî rûxîna rejîma Esed hatibû gotûbêjkirin, bi behaneya dabînkirina ewlehî û mafên hemû pêkhateyên etnîkî li Sûriyeyê.