Çavusoglu: Em hebûna angajmanekê di navbera Rûsya û HSDê de qebûl nakin!

14 September 2020 16:04 0 dîtin
Çavusoglu: Em hebûna angajmanekê di navbera Rûsya û HSDê de qebûl nakin!

 PeyamaKurd -  Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, di bernameyeke televizyonê de li ser rojevê daxuyanî dan û piştî aloziyên li Libya û Derya Spî car din berê xwe Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.

Çavuşoglu nerazîbûna nîşanî rêkeftina MSD û Partiya Îradeya Gel a bi navbeynkariya Rûsyayê da ku du hefte berê li Moskowê hatibû îmzekirin û got, li gor rêkeftina Rûsyayê ya bi Tirkiye re divîyabû YPG ji Til Rifat û Minbicê derkeve.

Wezîrê Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê got ku dixwestin dewleteke terorê ava bikin, lê wan lîstika wan têk biriye û nerazîbûn nîşanî helwesta Rûsyayê da û diyar kir, ew qebûl nakin di navbera Rûsya û YPG/HSDê angajmanek hebe.

Çavuşoglu ji bo rêkeftina MSDê got, “Pêwîst bû li gor rêkeftina me ya di meha Cotmehê de, Rûsya PKK ji Til Rifat û Minbicê derxistiba. Divê Rûsya gav biavêje û navbeynkariya du rêxistinên terorî neke.”