Vance: Trump dixwaze pevçûna di navbera Ukrayna û Rûsyayê de biqede
PeyamaKurd – Alîkarê Serokê Amerîkayê James David Vance got, "Serok Trump ji bo bidawîkirina nakokiya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de dixebite."
Cîgirê Serokê Amerîkayê James David Vance û Serok Donald Trump di Konferansa Çalakiya Siyasî ya Muhafezekar (CPAC) de meha ewil a rêveberiya xwe nirxandin. Vance destnîşan kir ku rêveberiya Trump di pêvajoya avakirina welêt de gavên bilez avêtin û bi tundî bersiva hêviyên gelê Amerîkayê da.
Vance herwiha destnîşan kir ku Trump di dîrokê de di warê polîtîkayên enerjiyê de gavên herî berfireh avêtine û got, "Em bi azadkirina enerjiya Amerîkayê re aboriyê teşwîq dikin."
Vance ragihand ku Amerîka armanc dike ku bi hilberîna serbixwe ya enerjiyê mesrefan kêm bike.
Vance bal kişand ser rewşa siyasî ya li Ewropayê jî û got ku metirsiya herî mezin a li pêşiya Ewropayê "koçberiya bê kontrol e."
Vance got, "Pêdivî ye Ewropa jî bi qasî Amerîka sînorên xwe biparêze" û destnîşan kir ku şaristaniya Rojava bi hatina bi milyonan koçberên qaçax ji nû ve çêdibe û divê ev yek bê rawestandin.
Vance bal kişand ser şerê Rûsya û Ûkraynayê jî û diyar kir ku Serok Trump di pêvajoya muzakereyê de roleke aktîf lîst û ji bo aştiyê gav avêtiye û got, "Serok Trump ji bo dawî li nakokiya di navbera Ûkraynayê û Rûsyayê de biqede, dixebite. Aştî di berjewendiya gelê Amerîkayê de ye û rêveberiya me jî bi vê yekê ve girêdayî ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin