Rûsya û DYA biryarê dan ku mekanîzmakî sêwrê di navbera xwe de ava bikin
PeyamaKurd – Rûsya û DYA ji bo şerê Rûsya-Ûkraynayê rawestînin, DYA û Rûsya pêngavekî dinê avêtin. Wezîrê karên derve yê DYAyê Marco Rubio bi hemkarê xwe Sergey Lavrov re hevdîtin kir û biryarê dan ku di navbera her dû dewletan de mekanîzmayekî şêwrê ava bikin da karibin dawî li şerê Rûsya-Ûkraynayê bînin.
Wezareta karên derve ya DYAyê bi nivîskî ragihand ku hevdîtinên Lavrov-Rubio li Riyad a Erebistana Sa’ûdiyê bi dawî bûye û di derbarê hevdîtinên îro de encama ku gihanê ragihand. Di daxwuyaniyê de hat gotin:
“Serok Trump dixwaze mirinan rawestîne, DYA aştiyê dixwaze û hêza xwe ya dinyayê ji bo welatan bîne cem hev bikartîne.”
Li gor daxwuyaniyê, her dû wezîr li ser serikan li hev kirine û weha dewam dike:
-Her 2 welat ji bo meşa misyona xwe normal bikin, biryarê dan ku mekanizma şêwrê deynin.
-Ji bo peymanekî mayînde bibe divê di wexteka kurt de di asta bilind de ekîbên xwe tayin bikin.
-Amadekariya bingeha berjewendiyên hevpar yên ku di dawiya şer de, derfetên ku çêbibin yên aborî û veberhênanê.
Di daxwuyaniyê de sipasiya welîahd prens Muhammed bin Selman kirin ku mazûrvaniya wan kiriye û wê pêvajoya ku bi Rûsya re dane destpêkirin, wê pêvajo dewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin