Rûsya biryarê da ku li hemberê givasên DYAyê bersivê bide

12 January 2025 00:16 0 dîtin
Rûsya biryarê da ku li hemberê givasên DYAyê bersivê bide

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku biryarê daye da bersiva DYAyê bide ku givaşan danîbû ser hilberînerên petrolê yên Rûsyayê.

Wezaret got ku givaşên DYAyê aboriya petrola Rûsyayê kiriye hedefa xwe, tevgerên weha zerarê didin hevkarên DYAyê û wê Rûsya bersiva givaşan bide.

Wezaret ragihandina bi nivîskî kir û got ku Koşka Sipî rê nehiştiye ku têkiliyên aborî bi wan re bê danîn û weha dewam kir:

“Ewrûpa mecbûr dimîne ku ji DYAyê bi bihakî zêde mal bikire. DYA berjewendiyên hevkarên xwe fîda dike. Di vê rewşê de desthilata DYAyê temamê bar dixe ser serokê nû.

Em ê bersiva DYAyê bidin û wê tewrê wan yê dijminane bê bersiv nemîne û wê hezra siyaseta me ya aboriya bikin.”

Wezareta xezînê ya DYAyê do 2 şîrketên petrolê yên mezin yên Rûsyayê Gazprom Neft û Surgutneftegasê û hevparên wan, şîrketa sîgortayê ya Ingosstrahê û hinekên wekî wê xistibû nav lîsta reş û gvaşê danî ser wan.