Îsraîl: Wê hebûna me ya li Sûriyê heya dawiyê dewam bike

07 March 2025 23:54 0 dîtin
Îsraîl: Wê hebûna me ya li Sûriyê heya dawiyê dewam bike

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku ew bi rêvebiriya Sûriyê bawer nînin û wê mayîna wan ya li Sûriyê dewam bike. Katz li Tel Avivê di çalakiyekî de ragihandina xwe kir.

Li gor ragihandina Kanal 14; wezîr Katz weha ragihandiye:

“Em ê terka Durziyan nekin. Em bi rêvebiriya Sûriyê bawer nînin. Me ji Sûriyê re got ku divê leşkerên wan li başûrê Sûriyê nebin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamn Netenyahu berê gotibû ku wê li Sûriyê bimînin û xwestibû li başûrê Sûriyê deverekî bê çek ava bikin û weha dewam kiribû:

“Artêşa Îsraîlê wê li zîrwa Çiyayê Hermonê (Cebel Eş-Şêx) bimîne.”