Îsraîl: “Heya Îran ji Sûriyê derneyê em nasekinin”

29 April 2020 00:24 0 dîtin
Îsraîl: “Heya Îran ji Sûriyê derneyê em nasekinin”

PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Îsarîlê Naftali Bennett, di roja şehîdan û 72 emîn salvegera serxwebûna Îraîlê de, di mijara Sûriyê de peyamekî weha ragihand:

“Me nehişt Îran li Sûriyê bicîh bibe û em ji wê pêvajoyê niha derbasî pêvajoya zordayîna derxistina Îranê, ji Sûriyê bûn û em ê ranewestin.”

Bennett got ku ji sala 2011an heya niha têdikoşin da alîkariya Îranê bo Hîzbûllaha Şîa ya Lubnanê bidin sekinandin û li pêşiya Îranê bibin asteng, dixebitin. Bennett di dewama axaftina xwe de got ku nabe ew ewlekariya Îsraîlê bixin destê kesên din.

Wezîr ragihand ku bê bikevin nava tevgerekî, wê nehêlin ku li ser sînorê xwe tehdîdên stratejîk çêbibin û wê şerê xwe di seha dijmin de dewam bikin.