Rûsyayê li ser daxuyaniyên Devlet Bahçelî hisyarî da Tirkiyê

13 February 2020 22:08 0 dîtin
Rûsyayê li ser daxuyaniyên Devlet Bahçelî hisyarî da Tirkiyê

PeyamaKurd - Wezareta derve ya Rûsyayê ji Tirkiyê xwest ku xwe ji daxuyaniyên tund derbarê Sûriye û Idlibê de dûr bike.

Ofîsa Zanyarî û rojnamevaniyê li Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand, ew ji daxuyaniya Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya derbarê kuştina leşkerên Tirkiyê li Îdlibê matmayî mane ku Rûsyayê bi kuştina wan tohmetbar kiriye.

Di daxuyaniyê de Rûsya daxwaz ji Tirkiyê kir ku xwe ji daxuyaniyên tund dûr bixe û diyar kir ku ew derbarê rewşa Sûriyê digel berpirsên Tirkiyê di pêwendiyê de ne û piştevaniya bicihkirina rêkeftina Soçî ya derbarê rewşa Idlibê dikin.