Rûsya: Ji bo civîna çaralî gotûbêj têne kirin…

23 February 2023 21:45 0 dîtin
Rûsya: Ji bo civîna çaralî gotûbêj têne kirin…

PeyamaKurd - Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ragihand ku ji bo lidarxistina civîneke çaralî ya Rûsya, Îran, Tirkiye û rejîma Esed li ser asta wezîrên karên derve, gotûbêj têne kirin.

Li gorî ragihandina medya rûsî Bogdanov gotiye, Îran ji ber têkiliyên xwe yên bi Şam û Enqereyê re, rola wê ya herêmî û tevlîbûna wê ya danûstandinên Astanayê, dixwaze beşdarî danûstandinên asayîbûnê bibe.

Li ser pirsa ‘Gelo Sûriye û Tirkiye dikarin têkiliyên xwe yên dîplomatîk di demeke nêz de vegerînin?’ jî Bogdanov daye xuyakirin: "Ev yek ji armancên danûstandinên dawî yên ji bo normalîzekirina têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê ye. Divê têkiliyên dîplomatîk ên Şam-Enqereyê vegerin û şandeyên dîplomatîk li her du welatan ji nû ve dest bi kar bikin.”

Bogdanov daye zanîn ku Rûsya û Sûriye di civîna wezîrên berevaniyê ya dawiya meha Kanûna borî, ji bo karê hevbeş, mekanîzmayeke damezrandine.