Çavusoglu bi peyamekê bang li Swêdê kir: Berpirsiyartiya xwe ya rêkeftina sêalî bicîh bîne

02 June 2023 11:00 0 dîtin
Çavusoglu bi peyamekê bang li Swêdê kir: Berpirsiyartiya xwe ya rêkeftina sêalî bicîh bîne

PeyamaKurd Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi peyamekê bang li Swêdê kir  û got, berpirsiyartiya xwe ya rêkeftina sêalî bicîh bîne û di rûbirûbûna terorê de gavên berçav bavêje.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê do li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê civîna Wezîrên Derve ya NATOyê ku li Osloyê hatiye çêkirin de bersiva Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom da û got: “Ji bo dostên me yên Swêdê peyameke gelekî zelal! Berpirsiyartiyên xwe yên rêkeftina sêalî bi cîh bînin û di rûbirûbûna terorê de gavên berçav bajêjin. Xalên din jî wê bi demê re çareser bibin.”

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom derbarê civînê de peyamek belav kiribû û eşkere kiribû: “Îro di civîna wezîrên derve yên NATOyê de ku li Oslo çêbû, dewletên endam bo endamtiya NATOyê ya Swêdê piştgiriyeke bihêz nîşan dan. Ev yek ji bo Tirkiye û Macaristanê peyameke zelal e di mijara destpêkirina proseya erêkirina endamtiya NATOyê ya Swêdê.”

Herwiha Serokwezîrê Swedê gotibû, ji 1ê Hezîrana 2023ê û pê de wê yasayeke nû ya rûbirûbûna terorê cîbicî bikin û dibe ku ev gava Swêd bibe sedema cîbicîkirina daxwazên Tirkiye û bihêle Swêd bibe endama NATO yê.