Qesra Spî bang li Tirkiye û Swêdê kir!
PeyamaKurd – Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de axivî û diyar kir, ew piştgiriyê didin pêşketinên erênî yên danûstandinên navbera Tirkiye û Swêdê.
John Kirby eşkere kir, ew nikarin li ser navê her du welatan(Tirkiye-Swêd) derbarê endambûna Swêdê ya NATOyê de biaxivin û got, "We dît ku rayedarên Swêdî do bi eşkereyî gotin muzakere bi awayekî erênî bi pêş ve diçin. Bê guman em hêvî dikin ku prose wê wisa be."
Herwiha Kirby ragihand ku 13ê Çile (îro) Serokwezîrê Japonê Kişîda Fumio dê li Qesra Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive. Wî tekez kir, li ser bingeha hevpeymaniyê, her du rêber wê mijarên weke pêngavên Koreya Bakur ên derbarê çekên wêrankirina komî û moşekên balîstîk, tevgerên êrîşkar ên Chinaînê li Asya-Pasîfîkê û wawaşiya Rûsî-Ukraynayê gotûbêj bikin.
Kirby herî dawî got, Serok Biden wê di 17ê Çile de careke din bi Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte re li Washingtonê bicive, Kirby destnîşan kir, her du welatên NATO wê hewlên xwe yên hevbeş ji bo xurtkirina ewlekarî û geşbûna aborî ya Transatlantîkê dubare bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin