Parlamentoya Ereban, banga boykotkirina kelûpelên Swêdê kir!
PeyamaKurd- Ji ber şewitandina Qurana Pîroz, Parlamentoya Ereban bang li alema Îslamê kir ku kelûpelên Swêdê boykot bikin, neçin wî welatî û helwesteke cidî nîşan bidin.
Di daxuyaniya ku li ser malpera Parlamentoya Ereban hat weşandin de hat gotin ku ev binpêkirinên li dijî nirxên Quranê "sûceke tam" e û "ji aliyê hemû qanûn û peymanên navneteweyî yên ku balê dikişîne ser hewcedariya rêzgirtina ji pirtûkên pîroz re red dike.
Hat destnîşankirin ku ev provokasyon hestên Mislimanan rakir û bi tevahî hatin redkirin û hat gotin ku “Pêwîst e berhemên Swêdê bên boykotkirin û biryar bên dayîn ku bi wan re nekirin, ji ola toleransê, Îslamê re rêz bê girtin ku banga aştî û biratiyê dike, propagandaya nefretê û tehrîkkirina tundiyê red dike.”
Li Stockholma paytexta Swêdê kesekî bi eslê xwe Iraqî yê bi navê Salwan Momika duh di bin parastina polîsan de li ber Mizgefta Stockholmê Qurana Pîroz şewitandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin