Çavusoglu: Pirsgirêkên me zêdetir bi Swêdê re hene
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir, wê li Romanyayê di çarçoveya civîna wezîrên derve yên welatên endamê NATOyê de, bi wezîrên karên derve yên Swêd û Finlandiyayê re civîneke sê alî pêk bînin.
Li gor zanyariyan, li Bukreşa paytexta Romanyayê, 29-30ê Mijdarê civîna wezîrên derve yên welatên endamê NATOyê tê sazkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu berî biçe Bukreşê derbarê endamtiya Swêd û Finlandiyayê û rêkeftina sê alî ya di navbera Tirkiyê û wan her du welatan de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Çauvuşoglu da zanîn: “Her çiqas piştî civîna ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg a li Stenbolê hinek gavên erênî hatin avêtin jî, di civîna sê alî de biryar hat dayîn ku xebat bên berdewamkirin. Em ê li Bukreşê ligel wezîrên karên derve yên Swêd û Finlandiyayê civîneke sê alî bikin. Hinek berpirsiyariyên di girêbestê de bicih anîn, hinek bicih neanîn. Divê hinek gavên pratîk bavêjin. Daxwazên radestkirin û derxistina yasayan bicîh neanîn. Divê parlamento û gelê me razî bibe. Serokkomarê me ji Serokwezîrê Swêdê re ev tişt gotin. Bi kurtî pêvajo erênî diçe lê hê jî gavên divê bên avêtin hene.”
Çavuşoglu eşkere kir, pirsgirêkên wan ên zêde ligel Swêdê ne û ligel Finlandiyayê pirsgirêkên wan ên mezin nînin. Çavuşoglu got: “Pirsgirêkên me zêdetir bi Swêdê re hene, lê her du welat û NATO dibêjin, li hember me bi yek awayî tevbigerin. Ya rast welatê ku divê gavên zêdetir bavêje Swêd e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin