Rapora Koçberan a IOMê: Di deh salên dawî de zêdetirî 63 hezar mirî yan jî wenda hene!
PeyamaKurd – Di daxuyaniya xwe ya îro de, Rêxistina Koçê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji sala 2014 heta 2023 li seranserê cîhanê herî kêm 63 hezar û 285 kesan li ser rêyên koçberiyê jiyana xwe ji dest dane yan jî wenda bûne û piraniya mirinan jî ji ber xeniqînê bûne.
Rapora Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ya derbarê Bernameya Koçberên Wenda piştrast kir ku piraniya mirin û windayan (28,854) li Derya Spî hatine tomarkirin, piştî wê Afrîka û Asya.
Ji sedî 60ê van mirinan bi xeniqînê ve girêdayî ne. Zêdetirî sêyeka mirinên hatine tespîtkirin ji welatên ku şer lê dijwar e, wek Afganîstan, Myanmar, Sûriye û Etiyopyayê ne.
Daneyên IOM nîşan didin ku sala ku di deh salên dawîn de herî zêde mirin di nav koçberan de 2023 ye ku 8,541 mirin hatine tomarkirin, beşek jî ji ber zêdebûna girîng a kuştiyên mirovan li Derya Spî ye.
Di raporê de hat gotin, "Zêdebûna mirinan bi îhtîmaleke mezin bi zêdebûna çûnan ve û li gorî vê yekê bi zêdebûna qezayên keştiyan ên li peravên Tûnisê ve girêdayî ye."
Di heman demê de hate gotin ku rêjeya mirinê di sala 2022yan de 462 û di sala 2023yan de (li peravên Tûnisê) herî kêm 700 bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin