Rapora '100 Salên Komarê û Kurd' hat wesandin: Di pirsgirêka Kurd de pêsketin çênebû

24 May 2024 11:31 0 dîtin
Rapora '100 Salên Komarê û Kurd' hat wesandin: Di pirsgirêka Kurd de pêsketin çênebû

PeyamaKurd – Rapora "100 Salên Komarê û Kurd" ku yekemîn berhema projeya 'Barometra Raya Kurdî' ya ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî ve hatiye destpêkirin, hat weşandin.

Di çarçoveya lêkolîna yekem a Barometra Raya Kurdî de, rapora ku di encama hevpeyivînên kûr ên nîv-sazkirî de bi 40 aktorên Kurd ên ku di warên cuda yên wekî civaka sivîl, cîhana karsaz, çapemenî û akademiyê de ji bajarên cuda û bi nêrînên cuda yên cîhanê dixebitin, di navbera Mijdar û Kanûna 2023an de hatiye amadekirin, bi sernavê "100 Salên Komarê û Kurd" bi raya giştî re hat parvekirin.

Di lêkolîna ku bi çavê aktorên Kurd li 100 salên dawî yên Komara Tirkiyeyê dinihêre, pêşbîniyên niha û yên nêzîk ên pirsgirêka Kurd, nirxandinên 100 salên Komarê û hêviyên ji sedsala pêş de cih digirin.

Kurteya rapora ku bi raya giştî re hat parvekirin wiha ye:

Rewşa heyî:

– Di warê pirsgirêka Kurd de ti pêşketin çênabe, tabloyeke neyînî tê kişandin.

– Nêzîkatiya hikûmetê ya ji bo pirsgirêka Kurd tê rexnekirin.

– Sînorkirinên li ser ziman û çanda Kurdî weke pirsgirêkeke girîng tê dîtin.

– Bal tê kişandin ser newekheviyên aborî û pirsgirêkên pêşketinê.

Di demeke nêzîk de;

- Hêvî kêm e ku di derbarê Pirsgirêka Kurd de gavên erênî bên avêtin.

– Tê diyarkirin ku divê dest ji polîtîkayên tundî û ewlehiyê berdin.

– Ji bo siberoja siyaseta Kurd nêzîkatiyeke dîplomasiyê tê pêşniyarkirin.

Serdema Komarê:

Ji bo Kurdan bi zext, înkar û pevçûnê tê pênasekirin.

Mirov dikare sed salên derbasbûyî bi çavê aktoran wiha bi nav bike;

1. Înkar û Asîmîlasyon: Di sed salên borî de tê gotin ku Kurd bi înkarkirina hebûna xwe û polîtîkayên asîmîlasyonê re têkoşîn kirine. Zextên li ser nasname, ziman û çanda Kurdan weke pirsgirêkên herî girîng tên binavkirin.

2.Binpêkirina mafên mirovan: Tê gotin ku ji ber polîtîkayên ewlehiyê binpêkirinên mafên mirovan ên mezin û zehmetî hene.

3.Têkoşîna Çandî û Siyasî: Tê diyarkirin ku Kurd tevî zext û zordariyê têkoşîna xwe ya çandî û siyasî didomînin û ziman, wêje û hunera Kurdî yek ji amûrên girîng ên vê berxwedanê ye.

4.Berdengiya Navneteweyî û Hewldanên Dîplomasî: Tê diyarkirin ku pirsgirêka Kurd di qada navneteweyî de balê dikişîne û dem bi dem dikeve rojeva dîplomasiya navneteweyî.

Destkeftiyên Kurdan

Li gorî aktoran di bindestiya sed salên dawî de Kurdan destkeftiyên girîng bi dest xistine. Em dikarin wan wiha rêz bikin:

1. Qebûlkirina nasnameya Kurdî û zimanê Kurdî wek rastiyekê

2.Nûnertiya siyasî û hebûna partiyên Kurdî

3.Vejîna çandî

4.Nasnameya navneteweyî

5. Civaka sivîl û tevgerên mafên mirovan

Hêviyên ji sedsala bê

Gotinên ku di derbarê pêşerojê de herî zêde tên dubarekirin wek "demokrasî", "azadî" û "edalet" derdikevin pêş. Damezrandina hişmendiya nasnameyê wekî hêviyek sedsala duyemîn tê binavkirin.

Hêviyên Kurdan ji sedsala duyemîn bi kurtayî wiha ne:

-Civakek azad û adiltir,

- Çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane û demokratîk.

-Ji bo Kurda û zimanê Kurdî statu

-Ji nifşên ciwan re baştirkirina perwerde û derfetên kar.