NATO: Di ser de ji 300 hezarî zêdetir kustî û birîndarên Rûsya hene
PeyamaKurd - Serokê Komîta Leşkerî yê NATO 0ramiral Rob Bauere ragihand ku di roja 694em şerê navbera Rûsya û Ûkrayna de ji 300 hezarî zêdetir mirî û birîndarên Rûsyayê hene lê Rûsya texmîn dikir ku wê şer 3 roj dewam bike. Xwurtkirina rewşa Ûkraynayê ya di seha şer de, çareseriya mayînde ye.
Oramiral Rob Bauer, li Brukselê li baregeha NATOyê piştî civîna serokerkanên dewletên endamên NATOyê civîna çapemeniyê lidar xist. Bauer got:
“Ûkrayna li Awrûpayê weke dewletekî desthilat û serbixwe serdest hat. Ji her wextê bêhtir nêzî malbata Awrûpa-Atlantîk e. Ji bo bigihên çareseriyekî muzakereyî û mayînde, tekane rê xwurtkirina rewşa Ûkraynayê ya meydana şer e.
Di şer de bi hezarî tankên Rûsyayê, alavên zirxî balafirên Rûsyayê îmha bûn. Ûkrayna piraniya axa xwe ya îşxalkirî (%50) ji Rûsyayê sitend û hêzên Rûsyayê ji ser qewirand. Pêwiste rewşa heyî ya Ûkraynayê bê xwurtkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin