Besîr Hedad: “Daxwaz û hêviyên gel zêdetir ji PDKyê hene”

11 November 2024 15:08 0 dîtin
Besîr Hedad: “Daxwaz û hêviyên gel zêdetir ji PDKyê hene”

PeyamaKurd – Cîgirê berê yê serokê parlamentoya Iraqê dibêje, baweriya xelkê Herêma Kurdistanê bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) heye û li bendê ye ku ew zêdetir xizmeta wan bike.

Cîgirê berê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Xelîl Hedad ragihand, “Hilbijartinên 6em ên Parlamentoya Herêma Kurdistanê 2 salan hat bipaşdexistin, ji loma divê demeke nêz kabîneya 10em were avakirin, ji ber ku hemû şert û mercên siyasî, ewlekarî, aborî, herêmî û xwecihî pêdiviya wê bi vê yekê hene. Bipaşdexistina kabîneyê û çêkirina astengiyan dê ziyanê bigihîne Herêma Kurdistanê, ji divê dev ji qonaxa kampanyayê berdin û bên ser ziman diyalog û lihevkirinê.

Dr. Beşîr Xelîl Hedad got: “Eger em li encamên hilbijartinan binerin, PDK wek partiya yekem herî zêde deng bidest xist û deng zêde kir, ev nîşana wê yekê ye ku xelk bi karê wê bawer in û daxwaza kar û xebata zêdetir dikin û li bendê ne ku zêdetir xizmeta wan bike.”