Besîr Hedad: Iraq deyndar e û divê ji bo çareseriyê pêsî wan deynan bide
PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Parlamena Iraqê Beşîr Hedad li ser birîna budçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê Iraqê ve got, gotinên wekî Herêma Kurdistanê ji ber radestnekirina petrolê budçeya wê nehatiye şandin nerast in û diyar kir, Iraq deyndarê Herêma Kurdistanê ye.
Hedad bal kişand ser ku di heyama Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Nurî Malikî de tevî ku Herêma Kurdistanê hemû dahatên petrolê radestî Iraqê kirin jî dîsa budçeya Kurdistanê hat birîn û Herêma Kurdistanê piştê vê biryar da hilberîna petrola xwe bike.
Beşîr Hedad ji Dengê Amerîka re gotiye, ji ber nedana budçeya Herêma Kurdistanê neçar mane ji bo mûçeyan û deynên elektrîkê pere deyn bikin û got, madem Bexda dixwaze pirsgirêkê çareser bike, divê wan deynan bide.
Hedad destnîşan kir ku hemû deynên Herêma Kurdistanê ji ber nedana budçeya Kurdistanê ne û ji ber wê jî Iraq deyndarê Herêma Kurdistanê ye ku divê wan deynan bide.
Beşîr Hedad got, “Belê rast e Herêma Kurdistanê deyndar e, lê Iraq jî deyndarê Kurdistanê ye. Werin em rûnin û hesab bikin bê kî deyndarê kê ye?”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin