Besîr Hedad: Wezîrê Iraqê soz da ku pirsa erebkirina navçeyên Kurdistanî çareser bikin

23 September 2020 16:04 0 dîtin
Besîr Hedad: Wezîrê Iraqê soz da ku pirsa erebkirina navçeyên Kurdistanî çareser bikin

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Beşîr Hedad li ser pirsa erebkirinê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê got, Wezîrê Navxwe yê Iraqê soz daye, wê pirsê li gor yasayê çareser bikin û kesên li dijî yasayê derketine jî siza bidin.

Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Beşîr Hedad îro 23yê Îlonê ligel Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanimî civiya û pirsa dagîrkirina zeviyên cotkarên kurd ji aliyê erebên hawirde ve guftûgo kir.

Beşîr Hedad ji K24ê re ragihandiye, Wezîrê Navxwe yê Iraqê soza çareserkirina wê pirsê li gor yasayê da û got, kesên li dijî yasayan kar kirine jî wê bên sizadan.

Hêjayî gotinê ye, di van demên dawî dê li navçeyên dorûbera Kerkûkê erebên hawirde yên ji derve hatine bi piştgiriya hêzên iraqî hewil didin dest deynin ser zeviyên Kurdan ku wekî proseyeke nû ya erebkirinê ev yek tê nirxandin.