Hedad li ser sewitandina zeviyên kurdan hisyarî da Serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî

09 June 2019 11:31 0 dîtin
Hedad li ser sewitandina zeviyên kurdan hisyarî da Serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî

PeyamaKurd - Cîgirê serokê parlementoya Iraqê Beşîr Hedad, ku di heman demê de parlementerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye jî, daxwaz ji serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kir demildest pêşiya şewitandina dex û danê cotkarên kurd bigire.

Cîgirê serokê parlementoya Iraqê Adil Ebdulmehdî li ser rûpela xwe ya facebookê behsa şewitandina zevî û dexlên cotkarên kurd yên li deverên Kurdistanî kiriye û ragihandiye, ewên ku zeviyên kurdan dişewitînin neyarên kurdan in û naxwazin ew dever aram bin.

Beşîr Hedad her wiha gotiye, heta niha du caran serokwezîrê Iraqê ji wê rewşa metirsîdar agahdar kiriye û jê xwastiye demildest wê pirsgirêkê çareser bike, eger na dê rewş aloztir û pirsgirêk jî mezintir bibe.

Cîgirê serokê parlementoya Iraqê daye zanîn, serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dê sibe 10 vê mehê  serdana Hewlêrê bike bo merasima sondxwarina serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gotiye, dê dîsa jî wê daxwazê pêşkêşî Ebdulmehdî bike.