Kerkûk | Erebên hawirde bi rêya dadgehê dixwazin zeviyên Kurdan dagir bikin
PeyamaKurd – Li Kerkûkê, pirsgirêka erd û zeviyan nehatiye çareserkirin. Erebên hawirde, bi rêya dadgehê dixwazin zeviyên Kurdan dagir bikin.
Li gor zanyariyan, Wezareta Dadê ya Iraqê, lijneyek ji bo lêkolîna li ser erd û zevî û girêbestên çandiniyê yên Kurdan pêk anî û biryar e sê endamên wê lijneyê ji bo vê mebestê serdana Kerkûkê bikin, lê belê Erebên hawirde çûne dadgeha Kekûkê û bi rêya dadgehê dixwazin zeviyên Kurdan dagir bikin.
Pirsgirêka erd û zeviyan li sînorê Kerkûkê bidawî nebûye, Kurdên xwediyê erdên çandiniyê, kêşeya wan hîn jî li dadgehê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin