Besîr Hedad: Heta rêkeftin li ser budçeyê çênebe parlamento nacive

04 February 2021 16:36 0 dîtin
Besîr Hedad: Heta rêkeftin li ser budçeyê çênebe parlamento nacive

PeyamaKurd -  Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad ragihand ku heta aliyên siyasî li  budçeyê negihin rêkeftinê, Parlamentoya Iraqê ji bo dengdana projeyasaya budçeya 2021ê nacive.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad got, ti demek ji bo civîna bê ya Parlamentoya Iraqê derbarê projeyasaya budceyê de nehatiye diyarkirin û diyar kir, civîna bê ya parlamentoyê tenê li ser budçeyê ye, lewra heta aliyên siyasî negihin rêkeftinê parlamento nacive.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê cara dawî diçe Bexdayê ji bo axaftina dawî li ser budçeyê bê kirin ku bi taybet şîeyên Iraqê li ber rêkeftina ligel Kurdistanê dibin asteng. Herêma Kurdistanê beriya niha jî çend carana ragihandiye ku divê li gorî destûra Iraqê ya federalî heqên darayî yên Kurdistanê bên dayîn ku ew jî amade ne li gorî destûrê tevbigerin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bûbû dahata 250 hezar bermîlên petrolê û nîvê dahatên federalî radest bike, lê aliyên Şîe gelekî ji wê zêdetir dixwazin û ev jî wiha dike ku rêkeftina li ser budçeyê zehmet be.