Sam: Heta dawiya salê rêkeftina bi Îsraîlê re mimkun e, lê bi sertekî
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El-Şebanî, îşareta rêkeftineke dîrokî da û ragihand ku heta dawiya vê salê, îmzekirina peymaneke ewlehiyê bi Îsraîlê re mimkun e.
Şebanî ji rojnameya Al Majallayê re axivî û nexşerêya Şamê ya ji bo vê peymanê eşkere kir:
- Mercê sereke: Divê Îsraîl vekişe ser "xeta 7ê Kanûna Pêşîn a 2024an". Şebanî tekez kir ku heta ev vekişîn pêk neyê, ti tişt nayê îmzekirin û Amerîkayê jî soz daye ku ji bo vê yekê zextê li Tel Avîvê bike.
- Çarçove: Peyman dê li ser bingeha Rêkeftina 1974an be. Ev tê wateya herêmên bêçek û hebûna polîsan a li ser sînor, ne guhertineke statuyê ya daîmî.
- Pêşeroj û Golan: Wezîr destnîşan kir ku tevî nermbûna ji bo peymana ewlehiyê, mijara Bilindahiyên Golanê dê di navenda her aştiyeke daîmî ya pêşerojê de bimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin