Reuters : Tirkiye heta dawiya salê dê endamtiya Swêdê pesand bike

29 November 2023 17:18 0 dîtin
Reuters : Tirkiye heta dawiya salê dê endamtiya Swêdê pesand bike

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di civîna Wezîrên Karên Derve ya NATOyê de ragihandiye ku dibe Tirkiye heta dawî îsal endamtiya Swêdê pesand bike. 

Endmatiya NATOyê ya Swêdê herî dawî di Komisyona Meslîsa Karên Derve ya NATOyê hatibû gotebêjkirin, lê bêy ku biryar bê dayîn hatibû taloqkirin.

Li gor nûçeya Reutersê payebilindekî NATOyê ku nxwestiye navê xwe aşkere bike tekez kiriye ku heta serê sala nû dê Swêd beşdarî tifaqê bibe û wiha gotiye:

 

"Dikarim bibêjim ku mebesta vê civînê vekişandina endamtiya Swêdê ji bo beriya sersalê bû"

Civîna Wezîrên Derve ya NATOyê duhî di 28ê Mijdarêde li Brukselê destpê kiribû û dihat pêşbînî kirin ku heta vê civîne Swêd bibe endam. 

Tirkiyê jî ragihandibû ku pesandkirina endamtiya Swêdê nagihê vê civînê û di civînê de jî Hakan Fîdan ragihandiye ku ji bo lezkirina endamtiya Swêdê ew kar û xebatên xwe dikin. 

Swêd, Swîstre û Fnlandiya piştîku Rûsaya dest bi dagirkirina Ûkraynayê kiribû ji bo endamtiya NATOyê serîlêdan kiribûn.