Dîplomatê Rûs: Erdogan û Esed heta dawiya salê hevdîtin pêk tînin
PeyamaKurd – Hate angaştin ku wê hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esed, di hundurê 2024an de pêk bê.
Dîplomatekî Rûs ku nexwestiye navê wî diyar bibe ji Şerq el-Ewsetê re gotiye ku Moskow ji bo Şam û Enqere nêzîkî hev bibin di nav hewldanan de ye û ji bo her du aliyan neçar bike ku li ser mijarên heyî dest bi danûstandinan bikin zextan dike.
Dîplomatê Rûs diyar kir ku cih û dîroka hevdîtina Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyip Erdogan heta niha ji hêla aliyan ve nehatiye destnîşankirin û diyar kir ku ji bo çareserkirina dosyayên bi nakok geşedanên erênî zêde dibin.
Diplomat got: “Em li bendê ne ku hevdîtina Esed û Erdogan beriya dawiya vê salê bê kirin.
Ji aliyê din ve Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser angaşta ku Erdogan û Esed wê di demeke nêz de hevdîtin pêk bînin de nirxandinek nekir, lê belê diyar kir ku Moskow ji bo nêzîkbûna Şam û Enqereyê hewl dide.
Di daxuyaniya xwe ya duh de Peskov tekez kir ku "Rûsya ji bo destpêkirina pêwendiyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê, hewl dide derfetan biafirîne."
Peskov li ser pirsa rojnamevanekî ya “Gelo Moskow xwe amade dike ku di navbera serkirdeyên Tirkiye û Sûriyeyê de civînekê pêk bîne yan na? Peskov wiha got: "Mijara organîzekirina hin pêwendiyan di navbera rayedarên Tirkiyê û Sûriyê de di astên cuda de di rojeva me de ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin