Amerîka heta dawiya mehê hêzên serker ên li Hewlêr û Eyn Esedê vedikisîne
PeyamaKurd - Fermandariya Operasyonên Hevbeş ragihand ku her du aliyên Iraq û Amerîkayê li hev kirine heta dawiya vê mehê Amerîka hêzên xwe yên şerker ji baregehên Hewlêr û Eyn Esed vekişîne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin; doh pêncşemê 16ê Îlona 2021ê, Lijneya Teknîkî ya Serbazî ya Iraqê bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Ebdulemîr Şemerî û hevtayê wî yê amerîkî John Brinan civiyan.
Civîn beşek e ji proseya cîbicîkirina rêkeftinên gotûbêja stratejîk a Iraq û Amerîkayê û olana guherîna rola hêzên biyanî şerkirinê bo rola şêwirmendiyê, weke ku di civîna 22ê Tîrmeha 2021ê de her du aliyan li ser wê li hev kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin; her du aliyan li hev kirin ku yekeyên şerker û şiyana serbazî ya Amerîkayê li baregehên serbazî yên Eyn Esed û Hewlêrê kêm bikin û herwiha asta nûnertî û berpirsyariya Fermandariya Hevpeymaniya Navdewletî li baregeha fermandariyê ji efser bi pileya ferîq biguherînin bo pileya lîwa ji bo mebesta îdarî û piştevaniya lojîstîk û danûstandina zanyariyên îstixbarat û şêwirmendiyê.
Herwiha her du aliyan li hev kirin ku berdewam bibin di gotûbêjên xwe de, da ku heta dawiya îsal guhertina rola hêzên biyanî ji şerker ji bo şêwirmend pêk bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin