Li Kurdistanê heta dawiya vê mehê li dibistanan betlaneya fermî ye

23 January 2022 13:21 0 dîtin
Li Kurdistanê heta dawiya vê mehê li dibistanan betlaneya fermî ye

PeyamaKurd – Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji ber rewşa xerab a hewayê heta dawiya vê mehê wê bo perwerdehiya li dibistanan navber bê dayîn.

Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê Alan Heme Seîd ragihand, ji ber hewaya sar û berfê û ji bo parastina tenduristiya mamoste û xwendekaran, wê heta dawiya meha Çile li dibistanan betlane be.

Seîd da zanîn ku wê perwerdeya asayî jî 31ê Çile roja Yekşemê ji nû ve dest pê bike û dê telafiya perwerdeyê ya betlaneyan jî di rojên pêş de bê kirin.