Hêzên Hefter heta dawiya Remezanê agirbest ragihand
PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya Hêzên Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ku serkêşiya Xelîfe Ebû Qasim Hefter dike, bi daxuyaniyekê ragihand, heta dawiya meha Remezanê wan agirbest li hemû eniyên şer ragihandiye.
Di daxuyaniya agirbestê ya hêzên Hefter de wiha tê gotin: "Bi vê boneya pîroz û ji bo bersivdayîna bangên ji dewletên hevalbend ku banga agirbestê di vê meha pîroz de dikin, em wek Fermandariya Giştî hemû operasyonên leşkerî disekînin. Çi binpêkirin ji aliyê milîsên terorîst ve werin kirin, bersiva me dê pir xurt be."
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin ku hêzên çekdar bi rihê nîştimanî, îradeyeke xurt û bi israr tekeziyê li ser berdewama têkoşînê heta serkeftinê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin