Qedexeya derketina derve heta dawiya Cejna Remezanê hat dirêjkirin
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Rojavayê Kurdistanê, qedexeya derektina derve ya ji ber koronavîrusê heta dawiya betlaneya Cejna Remezanê dirêj kir.
Rêveberiya Rojava qedexeya derve û çûnûhatina nav bajaran heta 12ê Gulanê ragihandibû ku sibe bi dawî dibû.
Rêveberiya Xweser awayê qedexeyê jî bi 10 xalan wiha eşkere kir:
1-Qedexeya derketina derve bi awayekî beşê ji roja Sêşema 12‘ê Gulana 2020‘an heta dawiya betlaneya Cejna Remezanê tê dirêjkirin.
2-Dema qedexeyê ji saet 7‘ê bi şev heta 6‘ê sibeha roja din e.
3-Hemû dikan û hemû pîşe ji saet 6‘ê sibeta heta 7‘ê êvarî dikarin bên vekirin.
4-Tevgera veguhestinê, wesayîtên veguhestina giştî û yên taybet dikarin di hundir û derveyê bajêr û di navbera rêveberiyan de kar bikin. Divê rêgezên xweparstinê û dûrketina ji hev di ber çavan re were derbaskirin.
5-Ji bilî saziyên xizmetguzarî û tenduristî û hin karmendên ku pêwîstiya karê wan heye bi nobedarî, dewamê karmendan di saziyên Rêveberiya Xweser de heta dawiya betlaneya Cejna Remezanê girtî dimînin.
6-Deriyên sînor girtî dimînin ta biryar ji aliyê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve were girtin.
7- Di hefteya dawî ya meha Remezana pîroz de şênî dikarin ayninê olî di mizgeft û cihên olî de pêk bînin, li gel wê divê rêgeza xweparastina tundurist û jihevdûrketinê di ber çavan re derbas bikin.
8-Di dirêjahiya dema qedexeya derketina derve çayxane, xwaringeh, kafetiriya, dibistan û zanîngeh girtî dimînin.
9-Kantona Hesekê ya ku beriya niha vîrusê lê hatiye dîtin di biryarê de cih nagire. Pêwîste rêveberiya Cizîrê li gorî pêşketinên rewşê tedbîrên guncaw bigirin.
10-Pêkanîna biryarê hemû kesan eleqedar dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin