Li 31 bajaran, dawiya hefteyê qedexeya derketina derve
PeyamaKurd- Li 31 bajarên mezin yên Tirkiyê û Kurdistanê qedexeya derketina derve bo roja şemî û yekşemê hat ragihandin. Her weha bo bajarê Zonguldak ê qedexe hat danîn.
Ragihandina qedexeyê ji aliyê wezareta karên hundir yê Tirkiyê de hat kirin. Bajarên ku bo wan qedexeya derketina derve bo şemî û yekşemê hat ragihandin ev in:
Adana, Ankara, Antalya, Aydın, Balıkesir, Bursa, Denizli, Diyarbakır, Erzurum, Eskişehir, Gaziantep, Hatay, İstanbul, İzmir, Kahramanmaraş, Kayseri, Kocaeli, Konya, Malatya, Manisa, Mardin, Mersin, Muğla, Ordu, Sakarya, Samsun, Şanlıurfa, Tekirdağ, Trabzon û Van. Di nava bajarên biçûk de bi sedema ku nexweşînên pişikê lê zêde ne Zonguldak jî heye.
Qedexeya derketina derve bi sedema berlêgirtina koronavîrusê hat ragihandin. Qedexe heya 12 ê nîsanê siet 24.00 ê şevê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin