Erdogan qedexeya dawiya heftê ya 15 bajaran betal kir

05 June 2020 14:26 0 dîtin
Erdogan qedexeya dawiya heftê ya 15 bajaran betal kir

PeyamaKurd – Doh 4ê Hezîranê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve bi hinceta, berlêgirtina belavbûna vîrusa koranayê car din ji bo dawiya heftê qedexeya çûnûhatinê û derve bo 15 bajaran hatibû ragihandin ku îro beriya bi destpêkirina qedexeyê bi demekê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ew qedexe ji nû ve betal kir.

Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca tevî ku gotibû, ew pêşbîniya berdewamkirina qedexeya dawiya heftê nakin jî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê doh ji nişkave qedexe ragihand.

Piştî zêdebûna bertek û nerazîbûnên hemwelatiyan ku ji bo çûnûhatina xwe berê planên xwe çêkiribûn, Erdogan berevajî herdu wezaretên dewletê îro bi rêya twitterê ragihand ku wî qedexeya derve ya 15 bajaran betal kiriye.

Erdogan got: "Piştî heyama 2 meh û nîvan dilê me razî nebû em ji nû ve jiyana hemwelatiyan a rojane asteng bikin. Min biryara betalkirina qedexeyê stand.”

Li Tirkiyê tedbîrên vîrusa koronayê ji 1ê Hezîranê pê ve piranîya wan hatin rakirin û jiyana asayî ya kar û rojane ji nû ve dest pê kiribû.

Li gorî amaran li Tirkiye û bakurê Kurdistanê rojane li dor hezar kesan testên wan ên Covid-19 pozîtîf derdikevin û hejmara dawî ya pêkatiyan gihîştiye 167,410 kesan û 4,630 kesan jî can daye.