Derketina derve ya dawiya hefteyê hat qedexekirin
PeyamaKurd – Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di çarçoveya tedbîrên nû yên li hemberê Kovid-19 ê tedbîrên nû ragihand. Wê di nava hefteyê de her roj siet ji 21.00 heya sibê siet 05.00 an derketina derve qedexe be. Paşiya hefteyê ji êvara înê siet ji 21.00 ê heya siet 05.00 siba roja duşemê derketina derve qedexe be.
Li ser mijarê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ragihand ku divê herkes xwe biparêze û mixabin heya niha dermanê pandemiyê nehatiye dîtin. Bi sedema zêdebûna grîbê jî divê barê sektora tenduristiyê bê kêmkirin û nexweşxane hinek vala bibin. Erdoğan weha dewam kir:
“Bo aşiyê me bo 50 mîlyon dozî peymanê çêkiriye. Piştî meha pêşiya me em ê ji xebatkarên tenduristiyê destpêbikin aşiyan bikin. Piştî aşi destpêbike wê barê me hinek sivik bibe. Dawiya hefteyê roja înê siet ji 21.00 ê şevê heya serê siba roja duşemê wê kes dernê derve. Kesên di ser 65 salan û di bin 20 salan de wê nikaribe li alavên ragihandina giştî siwar bibe. Temamê dibistanan kreş jî di nave wê dev ji xebata xwe berdin.”
Di dewama xaftina Erdoğan de xalên girîng yên ku bo wan tedbîr hatine sitendin weha ne:
-Market, bakkal, kasap, manav û kargehên bi paketan xizmetê bo malan dikin wê vekirîbin.
-Limêjên cenazeyan tevî xwediyên cenaze wê ji 30 kesî derbas nebe. Nikah jî di heman halî de ne.
-Ciyên bazirganiyê wê herkes bi koda HES ê bikevê. Tertîba roja, mewlûdan, taziyan, sersalê û tiştên weha dê nên kirin.
-Kargehên ku xebatkarên wan di ser 50 kesan de ne, wê di bin çavdêriya doktorên xwe de tedbîrên xwe bigrin.
-Wê tedbîr roja sêşemê destpêbikin û bi fermaneka wezareta karên hundir bi farmanname bo parêzgehan bê şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin