Li Dêrezorê li ciyên di bin kontrola HSDê de derketina derve hat qedexekirin
PeyamaKurd – Li Dêrezorê li deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê de, Konseya Leşkerî ya Dêrezorê û Hêzên asayîşa Navxwe ji bo 48 seetan biryara derketina derve qedexe kirin. Baregeha çapemeniyê ya HSDê weha got:
“Piştî planên gemarî yên ku hat jiyandin, Konseya Leşkerî ya Dêrezorê û Hêzên Navxwe yên Asayîşê li herêma Dêrezorê ji 2 yê Êlûnê serê sibê seet ji 05.00an ji bo 48 seetan derketina derve hatiye qedexe kirin.
Hêzên me ji bo xelkê sîvîl ji êrîş û talanên grûbên çekdar biparêzin û nehêlin çekdarên grûban xwe di nav sîvîlan de veşêrin, dixebitin da ber lê bigrin.”
Pevçûna di navbera HSDê û eşîrên Ereban de, piştî HSDê roja yekşemê li Hasekiyê operasyon kir ser fermandarê meclisa leşkerî ya Dêrezorê Ahmed Ebu Hewla (Ahmed El Xebil) û ji terefê HSDê de hat desteserkirin, mijar ket asta pevçûna bi eşîrên Ereb yên Dêrzorê re.
Heya niha li herêmê 34 kes hatine kuştin. Di roja 5an ya pevçûnê de an ku duhî hatibû ragihandin ku 11 endamên HSDê, 20 endamên meclisa leşkerî yên Dêrzorê yên çekdar û 3 sîvîl hatibûn kuştin.
Li herêmê rewş germe û hêzên koalîsyona navdewletî yên li hemberê IŞIDê daxwuyanî da û got:
“Hêza hevkar ya yekgirtî-Operasyona Xwezayî ya bi Biryar, di têkbirina mayînde ya IŞIDê de dubare dike ku destekê dide HSDê. Em bûyerên li rojhilatê Bakûrê Sûriyê ji nêz de dişopînin.”
Îlham Ahmed a seroka birêvebirina meclisa demokratîk ya Sûriyê îro ragihand ku pevçûnên li Dêrezorê dehfadana Îran û Sûriyê ne an ku bi destê her dû dewletan çêdibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin