Ereb li Kerkûkê xwîna Kurda rêtin û derketina derve hat qedexekirin
PeyamaKurd – Hêzên asayîşa ewlehiyê yên bajarê Kerkûkê ji ber ku destekvanên Haşdî Şabî rêyên navenda bajêr girtin, Kurd nerazîbûna xwe nîşan dan. Rêyên diçin taxên Kurdan ji ber girtîna rêyan Kurd nikarin herin malên xwe. Li aliyê dinê ji ber ku serokwezîrê Iraqê Sûdanî ferman dabû ku baregeha PDKê valakin û avahiyê teslîmê PDKê bikin, Ereb xwe nerazî dikin.
Kurd, îro piştî nîvro bi meşê girtina rêyan protesto kirin û li taxa Rehîmava çalakiyan kirin. Hêzên ewlehiyê bi çekan li Kurdan xistin û kesekî jiyana xwe ji dest da û hinek kes birîndar bûn. Kurdên xwepêşandêr ber bi konên terefdarên Haşdî Şabî de diçin û li gor ragihandina peyamnêrê Rûdawê di navbera wan de 200 metre maye.
Li ser mijarê, li seranserê bajêr polîs biryara qedexeya derketina derve da. Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Şivani ragihandiye ku di dema çalakiyan de 3 ji wan polîs 12 kes birîndar bûne û kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin