Pistî Ereb êrîsê gundê Kurda kirin Pêsmerge ber bi Kerkûkê de ket nav tevgerê

22 April 2023 21:44 0 dîtin
Pistî Ereb êrîsê gundê Kurda kirin Pêsmerge ber bi Kerkûkê de ket nav tevgerê

PeyamaKurd – Do li bajarê Kerkûkê li gundê bi navê Pelkane ku gund tev Kurdin, Erebên îtxal yên ku pezê xwe biribûn gund da biçêrînin, êrîşê gund kiribûn û di encamê de 10 kes birîndar bûbûn. Li gor ragihandina Rûdawê; fermandarê hêzên 5em yê Pêşmerge Nûrî Heme Elî ragihandiye ku ji bo hemwelatiyên di bin zorê de mane biparêzin, Pêşmerge şandine herêmê.

Fermandarê Pêşmerge ragihandiye ku ji bo li herêmê tevliheviyê kêm bikin û asayîşê temîn bikin bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê re di nav koordînasyonê de dixebitin.

Piştî bûyera li gundê Pelkane grûbekî qelebalix yên Ereb çûne Sergeran lê hêzên ewlehiyê mudaxeleyê wan kirine. Wekîlê qeymeqamê Sergeranê Abdulmuttalib Necmeddin ji bo Rûdawê weha ragihandiye:

“Ber destê êvarê gêncên Kurd ku li ber ciyê bazarê radiwestiyan, di navbera wan û Ereban de munaqeşe çêbû. Paşî Ereb bi grûbekî qelebalix ve paşde dageriyan lê polîs û leşker nehiştin ku pevçûn derê.”