Li navça Xaneqînê desthilatên Ereb 38 gundên Kurda vala kirine
PeyamaKurd – Li navça Xaneqînê siyaseta dewleta Iraqê ya Erebkirinê dewam dike. Navça Xaneqînê di bin rêvebiriya merkezî ya Iraqê de ye lê axa Kurdistanê ye. Di derveyê rêvebiriya herêma Kurdistanê de ye.
Li Xaneqînê Ereban heya niha 38 gundên Kurda vala kiriye û li 32 gundan Ereban bicîh kiriye. 15 gundên Kurda jî bi valakirinê re rû bi rû ne.
Jîngehên Kurdan yên ku di bin rêvebiriya Iraqê de mabûn, diviya li gor madde ya 140 ya destûra Iraqê heya sala 2007an bi referandûmê bihatina tesbîtkirin bê xelkê wan jîngehan dixwazin di bin rêvebiriya kîjan îdarê de bimînin de bimînin û ji kîjan milletî ne.
Gelek bajar, navçe û beldeyên Kurdistanê niha di bin rêvebiriya Ereban de mane û Ereb li Kurda zilmê dikin. Di nav wan de Kerkûk, Xaneqîn, Celewla, gelek navçên Mûsilê, Kelar, Dûzxwurmatû û ciyên din hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin