Li navça Dêrxas a Mûsê du erebe li hev ketin: 1 mirî û 1 birîndar heye

06 July 2024 20:54 0 dîtin
Li navça Dêrxas a Mûsê du erebe li hev ketin: 1 mirî û 1 birîndar heye

PeyamaKurd - Li navça Dêrxas (Hasköy) a Mûşê du erebe li hev ketin û di encamê de kesekî mir û yek jî birîndar bû. Erebeyên li hev ketin, yek ji wan otomobile û ya din ereba bazirganiye.

Di bûyerê de ajotvanê bi navê Mehmet Mansur Kanbay ereba wî û ajotvanê din yê bi navê Ozan Apakan li hev ketin û bi bandora bûyerê, otomobîl wergeriya kenarê rê.

Mehmet Mansur Kanbay ê 33 salî li ciyê bûyerê can da. Ajotvanê ereba din yê bi navê Ozan Apakan jî giran birîndar bû.

Tîmên AFADê û îtfaiyê gihan ciyê bûyerê û Ozan Apakanê giran birîndar ji erebê derxistin û teslîmê têmîn tendurisityê kirin. Ozan Apakan bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya bajarê Mûşê.